Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Heiko Maas: Divê Tirkîyê bo Agirbesta li Sûrîyê li Gor Hiqûqa Navneteweyî Tevbigere


Heiko Maas
Heiko Maas

Wezîrê Derve yê Almanya Heiko Maas dê ser rewşa Sûrîyê roja Şemîyê serdana Tirkîyê bike.

Maas dê hevtayê xwe yê Tirk Mevlut Çavuşoglu re bicive.

‘’Ez dê roja Şemîyê serdana Enqerê bikim û bi awayekî zelal bibêjim ku divê Tirkîyê li Sûrîyê bo agirbestê û penaberên li gor hiqûqa navneteweyî tevbigere û li şûna ku zararê bide peyvajoyê sîyasî divê piştgirîyê bide wê’’ Maas got.

Wî ser operasyona Tirkîyê ya dijî bakurê Sûrîyê jî da zanîn ku ew li gor hiqûqa navneteweyî ne rêwa ye.

Wezîrê Alman dîyar kir ku divê Tirkîyê leşkerên xwe bi şûnde vekişîne û ameje kir ku Amerîka bi vekişîna leşkerên xwe rê li ber operasyona Tirkîyê vekiriye.

Maas berê jî operasyona Tirkîyê rexne kiribû û bang li Enqerê kiribû ku operasyonê bi dawî bike.

XS
SM
MD
LG