Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Qanûna ku Hekkarî û Şirnexê Dikir Navçe Paşve Hat Kişandin


Ji Duşemê vir li parlamena Tirkîyê qanûnek dihat gotûbêj kirin ku bajarên Şirnex û Hekkarî dê bike navçe. Di heman qanûnê de şandina kayyuman li ser şaredarîyên DBP’ê jî hebû.

Lê jiber reaksîyonan her du xal jî ji qanûna ku dihat dîtin hat derxistin. Parlamanterên HDP’ê di hesabên xwe yên torên civakî vê pêşketinê wek mizgînî ragihandin.

Li gor vê pêşketinê neha dest nadin statuya Hekkarî û Şirnêxê. Herwiha kayyuman jî naşînin şaredarîyên DBP’ê.

Ji bajarê Şirnexê welatîyê bi navê Tarik Uysal, ji Hekkarî Ayhan Demir li ser vê pêşketinê hizrên xwe anîn ziman.

Ayhan got, Hekkarî bajarek qedîm e, biryareke pir şaş e ku bikin navçe.

"Cara yeke ye partîyên sîyasî li parlamenê bi yek dengî li dijî yasayek dertên. Aqûbeta tifaqa jibo vê qanûnê di nav partîyên sîyasî de li sere tifaqa jibo aşitîya welat be."

KHF_8_19_16
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:59 0:00

XS
SM
MD
LG