Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Festîvala Roja Helbesta Kurdî li Efrînê Hate Darxistin


Bi hevkarîya Yekîtîya Rewşenbîrên Efrînê û Komîta Roja Helbesta Kurdî, bi diruşmeya “Çîyayê Kurmênc Helbest E”, festîvala helbestê di dewreya xwe ya 24’an de hate çêkirin

Di wê roja taybet de 20 helbestvan ji Efrînê helbestên xwe pêşkêş kirin.

Armanca vê festîvalê, komkirina helbestvanan û niqaşkirina astangîyên wan û herwiha piştgirîya wêje û zimanê Kurdî ye jiber ku ev ziman berî şoreşê qedexebû.

Helbestvanên jin jî di festîvalê de cîh girtin û êş û kulên şer bi hestên xwe, di helbestên xwe de nîşan kirin.

Di dawîya festîvalê de helbestvan Temuz Şemelî, jiber xizmetên wî yên ser wêjeya Kurdî hate xelat kirin.

Festîvala Helbesta Kurdî
please wait

No media source currently available

0:00 0:01:27 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG