Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Operasyona Valakirina Rojhilata Helebê Sekinî, Her du Alî Hevdû Tawanbar Dikin


Operasyona derxistina sîvîlan li deverên bin kontrola serhildayan ya Helebê hate sekinandin, piştî ku hêzên ser bi hikûmetê şert dana ku birîndarên li du gundên Şîa yên bin dorpêça serhildayan jî werin azad kirin.

Di roja duyê ya operasyona veguhastinê de hemî alî hevdû bi teqekirina tawanbar kir. Hêzên serhilda çekdarên Şîa ya piştgirên hikûmeta Sûrî tawanbar kir ku gule barandin ser konvoyeke otobusan ku kesên birîndar dibirin dervayê Helebê.

Karbidestekî Sûrî ragihand ku operasyon hat rawistandin jiber ku serhildayan xwest ku kesên ku wan berê de revandine jî bi xwe re bibin û wan di çenteyên xwe de sîlah vedişartin, serhildayên li Helebê ew îdia red kir.

Medyaya nêzîkî Hîzbullah ragihand ku xwepêşanderan rêya ji nav bajêr blok kir û daxwaza derxistina birîndarên ji gundên Foua û Kefraya yên li Îdlibê kir.

Medya ser bi Hîzbullah herwiha îdia kir ku çekdarên serhilda rêya ku dihere wan her du gundên Şîa bomberan kir.

Îran, ku yek jî hevalbenda serekî ya Şamê ye, şert danabû ku her du gundên Şîa jî di nava rêkeftina agirbestê de cîh bigirin.

XS
SM
MD
LG