Desteya Operasyonan a Artêşa Erebî ya Sûriyê ragihand, ku hemû operasyonên leşkerî li taxa Şêx Meqsûd a Helebê bi agirbestekê ji demjimêr 3:00 piştî nîvro a roja Şemiyê li gor dema Şamê dê destpê bike.
Artêşa Sûriyê îro roja Şemiyê 10'ê Çile got, ku taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê kontrol kiriye, piştî çend rojan ji şerên giran.
Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD)'ê li ser malpera xew ya X'ê a fermî ragihand, ku wezareta bi navê " Berevaniyê" ya hikûmeta Şamê îdia kir ku li taxa Şêx Meqsûd agirbest û rawestandina şer pêk hatiye.
Lê HSD dibêje ku ragihandina agirbestê hewldanek eşkere a gropên çekdar ên ser bi hikumeta demk a Şamê ve ye, ji bo şaş kirina raya giştî.
Ajansa SANA ya hikumata Sûri dibêje, çekrarên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) yên ku li Nexweşxaneya Yasîn asê mane dê bo bajarê Tebqayê werin veguhastin û çekên xwe radest bikin.