Bizavkar û karbidestên xwecihî dibêjin ku valakirina rojhilata Helebê îro Duşemî jî berdewam kir û 20 otobus tijî kes ji rojhilata bajêr hatin vegihastin.
Serhildayan di sala 2012’an de rojhilata Helebê kontrol kiribû û heta şikestina hefteya borî bi hezaran kes li wê derê dijîyan.
Hikûmeta Sûrî beramber valakirina rojhilata Helebê, xwestibû ku bi hezaran kesên nexweş û birîndar ji devera Foua û Kefraya ya bakurê rojavayê Îdlibê werine derxistin.
Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku îro Duşemê 10 otobus birîndar û nexweş ji wan gundan derxistin.
Cebhet Fetah el-Şam ya nêzîkî El Qaydê do Yekşemê êrîşî otobusên ku diçûn Foua û Kefraya kiribûn û ew şewtiandibûn û ew kiryar ji alîyê kaqrbidestê Neteweyên Yekbûyî li Sûrîyê Jan Egeland ve bu tundî hatibû şermezar kirin.