Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Êrîşên Esmanî li Nêzîkî Helebê Rêberekî Serhilda Kuşt


Wêneyeke arşîvê ji Helebê
Wêneyeke arşîvê ji Helebê

Rêberekî girîng yê Cebet el-Nusra ku berî demeke kin navê xwe kiribû Fetah el-Şam, li nêzîkî Helebê hate kuştin, piştî ku firokên ceng civîna rêberên wê grubê bombebaran kirin.

Jêferên serhildayan ragihand, Ebu Omar Saraqeb ku bi navê Ebu Hajer al-Humsi dihat nasîn, di êrîşên esmanî yên gundwarên Helebê de hate kuştin.

Serhilda dibêjin ku êrîşên esmanî ji alîyê firokên Amerîkî ve hatin kirin, tevî ku heta niha daxuyanîyeke fermî li ser wê yekê nehatiye dayîn.

Fetah el-Şam ku hevalbenda El Qaydê ya li Sûrîyê ye, kuştina rêberê xwe bi rêya Twitterê ragihand.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) jî ragihand ku firokên ceng kombûna lîderên Ceyşh el-Fetah kir armanc û Saraqeb û rêberekî din yê bi navê Ebu Muslim al-Şamî kuştin.

XS
SM
MD
LG