Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serhildayên Sûrî Dijî Hêzên Hikûmetê Operasyoneke Nû Pêk Tînin


bajarê Heleb jiber şerê berdewam bûye wêrane
bajarê Heleb jiber şerê berdewam bûye wêrane

Çekdarên opozîsyona Sûrî li bakurê Helebê, îro Duşemê dest bi operasyoneke nû ya hember deverên bin kontrola hikûmetê dikin, çend roj piştî ku hêzên Esad rêya Kastello ya stratejîk ya nav Helebê standibûn.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku operasyona serhildayan demeke zûtir ya sibehê, ji çend enîyan destpê kir û tenê di êrîşeke de, 19 leşkerên Esad li taxa Heleba Kevn de hatin kuştin.

Dîrektorê SOHR Rami Abdel Rahman ji ajansa Fransî re got ku serhilda jiber êrîşên esmanî yên hêzên hikûmetê neçar man ku êrîşa serekî rawistînin.

Rahman da zanîn ku di wan êrîşên esmanî de herî kêm 13 sîvîl îro Duşemê hatin kuştin.

Rêya Kastello ku ji destê serhildayan derketibû, teka rê ye ku diçe herêmên hindurê Helebê yên bin kontrola serhildayan ku dora 250,000 kes lê dijîn.

XS
SM
MD
LG