Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çalakvanên Helebce Daxwaza Azadkirina Şêrwan Şêrwanî Û Guhdar Zêbarî Dikin


Hejmarek Çalakvanên û Rojnamevanên Helebce
Hejmarek Çalakvanên û Rojnamevanên Helebce

Komek ji çalakvan û rojnamevanên Helebce îro Duşemê 21ê Tebaxê li dijî sizakirina Şêrwan Şêrwanî û zîndankirina Guhdar Zêbarî çalakî lidar xist.

Çalakvan û rojnamevan dibêjin, dosyaya girtiyên Badînan nimûneyeke destwerdana siyasîye di karûbarên dadgehan de û bikaranîna qanûnê ji bo sizakirina rojnamevanan û tevgeriyan li dij kar û pîşeya wan.

Nûnerê rojnamevan û çalakvanan Hadî Hema Reşîd li ber dadgeha Helebce daxuyaniyek xwend û got: “Ji destpêka kabîneya 9an ve, tevî sozên reform û berfirehkirina azadiya ramanê, cezakirina Şêrwan Şêrwanî û serbest ne berdana Guhdar Zêbarî ya dawî ye ji zincîreya binpêkirinên yasayê yên li dijî rojnamevan û çalakvanan, ku destêwerdana siyasî bi awayekî eşkere di vê dosyayê de xuya dike.
Lê hikûmeta Herêma Kurdistanê dibêje dosya wan dosyayek yasyaî ye û siyaset mayên xwe tê nake.

Nivîsîngeha Kordînatorê Pêşniyarên Navdewletî yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê dadgehkirina Şêrwan Şêrwanî û Guhdar Zêbarî li Dadgeha Sêyem a Cezayê ya Hewlêrê di 23-7-2 de daxuyaniyek dabû ku Şêrwan Şêrwanî tawanbare û sextekarî di pencvemor û nivîsê de kirien..

Di roja girtin û darizandina rojnamegeran de Komîteya Parastina Rojnamegeran (CPJ), rêxistina Rojnamegerên Sînornenas, balyozxane û konsolosxaneyan biyanî li herêmê girtin, lêpirsîn û zextên li ser girtiyan şermezar kirin.

Serwet Mihemed, yek ji beşdarên wê mîtîngê, ji Dengê Amerîka re got: "Dadgehkirina Şêrwan Şêrwanî û hevalên wî dadgeheke siyasî bû û em daxwaza pêdaçûna bilez li dosyayên girtiyên li Badînan dikin."

Rojnamevanek din Rengin Selam jî got: "Girtina rojnamevanan li her welatekî pirsa azadiya rojnamevaniyê dike ciyê pirsê. Peyama me ya îro ew e ku divê dadgeh serbixwe bin û Herêma Kurdistanê bi daxwazên xwe yên azadiya raderbirînê rastgo be."

Roja 22ê Cotmeha 2020ê hejmarek rojnamevan û çalakvanên civaka sivîl li devera Badînan bi tometa sîxuriyê û têkdana asayîşa giştî hatin girtin û cezayê girtîgehê li wan hat birîn. Tevî ku parêzer û nûnerên welatan çavdêriya dadgehê kirin û gelek caran jî di girtîgehê de ketin di greva birçîbûnê de jî, lê cezayên wan piştre bi rêya hin dozên din û tawanbar kirinên din hat dirêj kirin.

Raport helebce.mp3
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:05 0:00
XS
SM
MD
LG