Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Rojên Cejna Qurbanê de Zêdetir ji 90 Hezar Geştiyar Hatine Helebce


Geştiyarî li Parêzgeha Helebce
Geştiyarî li Parêzgeha Helebce

Di çar rojên cejna qurbanê de û li gur datayên Rêveberiya Giştî ya Turîzm û Geştiyariyê ku di preskonferansekê de eşkere kirîye di rojên cejna qurbanê de zêdetir ji 90,000 geştiyaran qesta Helebce kirîye û hejmarek zêde ya wan geştiyaran rûniştvanên naverast û başûrê Îraqê bûn.

Xerîb Ehmed Rêveberê Giştî yê Geştiyariyê li parêzgeha Helebce di preskonferansê de got, " Me sê komîtên hejmartina geştiyaran li havîngehên Ehmed Awa, Zerdehal Û Çawig danî bûn, da ku serhejmariyê bikin ji demjimêr 8 sibê heta 2:00 ê piştî nîvro, tenê li havîngeha Ehmed Awa 60 hezar û 157 geştiyar hatine wê seyrangehê, herwiha li Zerdehal ku herêma Biyare û Hewraman vedigire, 19 hezar û 856 geştiyaran serdana seyrangehan kirîye, û li Çawig jî, 7 hezar û 78 geştiyar hatine."

Xerîb Ehmed Rêeveberê Geştiyariyê li Parêzgeha Helebce
Xerîb Ehmed Rêeveberê Geştiyariyê li Parêzgeha Helebce

Derbarê hejmara giştî ya geştiyaran Xerîb Ehmed dibêje, "90 hezar û 91 geştiyar hatine herêmên turîzimê, komîteke çavdêri û lêgerînan hatbû rêxistin bo herêmên turîzmê, wê komîta lêpirsîn li dij 15 ciyan daye destpêkirin û 10 cih jî hatine sizadan."

Geştiyarî li Parêzgeha Helebce
Geştiyarî li Parêzgeha Helebce

Derheqa xweparastinê û rênimayên rêveberiya geştiyariyê Xerîb Ehmed dîsan got, "Du roja berî cejnê me serdana ciyên turîzmê kirîye, û me ew derbarê rênimayên xweparastinê hişyar kirine, lê xweparastina geştiyaran di dest me de nebû."

Jiber hatina hejmara zêde ya gehştiyaran û têkelbûna welatiyan hejmarên pêketiyên vîrusa korona zêdebûne. Di civîneke berpirsên hikûmeta herêmî ya parêzgeha Helebce li gel berpirsên saxlemiyê li herêmê, danûstandin li ser rênimyaên xweparastinê û standina tedbîrên tund hatine kiri, li hember kesên ku pêgiriyê bi rênima û mercên xweparastinê nekin.

Raporta Helebce 25 07 2021
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:41 0:00


XS
SM
MD
LG