HELEBCE – Îro gelê Kurd 38emîn salvegera komkujîya Halabceyê bibîr anîn, bi destgulan rêz li qurbanîyan girt û komkujî şermezar kir.
Di 16ê Adara 1988an de, di demên dawî yên şerê navbera Îraq û Îranê de, bajarê Helebce bi çekên kîmyayî hate bombebarankirin.
Di vê êrîşê de ku ji hêla rejîma Sedam Husên ve hat kirin, zêdetirî 5,000 kes – piranîya wan jin û zarok – di demeke kurt de jiyana xwe ji dest dan. Zêdetirî 10,000 kes jî birîndar bûn û gelek ji wan heta niha jî bi bandorên dirêj ên çekên kîmyayî re dijîn.
Di salvegera vê trajedîyê de, li bajarê Helebce merasîmên bîranînê hatin lidarxistin. Lê îsal jiber şerê li Herêmê û êrîşên rejîma Îranê bo ser Herêma Kurdistanê tenê qefdên gulan li ser gorên qurbanîyan hatin danîn û peyv hatin pêşekşkirin.
Kes û malbatên qurbanîyan, çalakvan, û berpirsên fermî, li goristanên komî civiyan da ku gulan deynin ku îsal bîranîn dikeve meha remezanê beşdaran ji bo canê qurbanîyan nivêj û dua kirin.
Serokê Berê yê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ser kîmyabarana Helebceyê peyamek di hesaba xwe ya X'ê de weşand û got " Tawana bombebarana kîmyayî ya Helebceyê neheqîyeke pir mezin bû li dijî gelê Kurdistanê; li tu devereke cîhanê dewletek tune ye ku bi bombeyên kîmyayî li dijî welatîyên xwe cenosayd pêk anîbe, lê di nav Îraqê de, ew tawana mezin li dijî neteweya Kurd hat kirin."
Di merasîmê de axaftinên li ser girîngîya parastina mafên mirovan û pêdivîya pêkanîna dadperwerîyê jî hatin kirin.
Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di hesaba xwe ya X'ê de got "Di salvegera 38emîn a Cenosayda Helebceyê de, em şehîdên vê karesatê bi rêzdarî bi bîr tînin: ew êrîşeke kîmyayî li dijî gelê Kurdistanê ye. Divê em her tim ji bîr nekin ku destkeftîyên îro berhemên qurbanîyên mezin yên weke komkujîya Helebcê in."
Berpirsên Herêma Kurdistanê got ku komkujîya Helebceyê divê li cîhanê wekî mînakeke têkçûna mirovahîyê û şermezarkirina rejîmên dîktator were bîranîn. Wan bang li civaka navneteweyî kir ji bo naskirina fermî ya vê bûyerê wekî komkujîyekê helmet werin destpêkirin û gavên zêdetir werin avêtin.
Komkujîya Helebceyê yek ji mezintirîn êrişên kîmyayî yên li ser sivîlan di dîroka nûjen de tê naskirin. Bîranîna wê her sal li Kurdistana Îraqê û li gelek welatên din bi merasîm, semîner û çalakîyên çandî tê pêşwazîkirin.