Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Polîsê Helebce: Babekî Zarokê Xwe Kuştiye Û Xistîye di Bîra Avê de


Peyvdarê Rêveberiya Polîsê Helebce
Peyvdarê Rêveberiya Polîsê Helebce

Piştî ku zarokê 9î salî roja 10ê Tebaxê li parêzgerha Helebce diyar nemîne, paşî termê wî di bîreke ava mizgeftekê de tê dîtin, 3 kes li ser mirina zaro tên girtin.

Dawiyê polîsê Helebce babê zaro weke bikujê zarokî radigîne û polîs dibêje, "Bab li xwe mukir hatiye" ku wî zarokê xwe kuştî ye.

Zarokê 9 salî ji aliyê bavê de hatiye kuştin li Helebce
Zarokê 9 salî ji aliyê bavê de hatiye kuştin li Helebce

Efser Barzan Osman, peyvdarê rêveberiya polîsê Helbce di kongireke rojnamevanî de ragihand ku "Zarok bi armanca nivêj kirinê diçe mizgefta taxê Serayê û paşî diyar namîne, "paşan termê zarokî mirî di bîra ava mizgeftê de tê dîtin. Piştî 5 rojan ji lêpirsîn û lêgerînan ji aliyê polîsê tawanan yê Helebce de, tawanbarê sereke yê wê tawanê ku babê zarokî bi xwe ye, tê eşkere kirin û du kesên din jî li ser wê tawanê hatine destgîr kirin."

Derabrê kanê çawan bûyer pêkahtiye, efserê rêveberiya polîsê Helebce dibêje, "Piştî nemana wî zarokî, dema bavê wî diçe mizgeftê dibîne ku kurê wî li wêderê ye bi armanca tirsandinê şîşeke asinî tavêje zarokî, li wêder zarok dikeve, paşan dixe bîra avê li mizgeftê, li wêderê bi temamî giyanê xwe jidest dide."

Rêveberiya polîsê Helbece îşraetê bi wê yekê dide ku "Ew kes çend rojên borî hatine destgîr kirin, ti kes ji wan alîkarên tawanbarî nebûn û tawanbar jî heta niha kuştina zarokî bo têkçûna rewşa xwe ya derûnî vedigerîne."

Raporta Helebce 15 08 2021
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:16 0:00

XS
SM
MD
LG