Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Amerîka Hejmara Kuştîyên ji Baroveya Helene ji 100 Kesan Borî


Karbidestên Amerîkî îro Duşemê ragihand ku di encama Baroveya Helene de li 6 istanan pirtir ji 100 kes jîyanên xwe ji dest dane.

Karbidest ditirsin ku hejmara kuştîyan li North Carolina, South Carolina, Georgia, Florida, Tennessee û Virginia dikarin pirtir be û bi mîlyonan kes bê elektrîk dijîn.

Tîmên hawarçûnê li North Carolina îro civîneke awarte li dar xist ku kesên ku sê roj berê hinda bûne, rizgar bikin.

Karbidestên xwecîhî yên devera Bumcombe County ya dûrdest û çîyayî, ku bajarê Asheville jî di nav de ye, ragihand ku hejmara kuştîyan 35 e.

Li ber e ku rêvebirîya Bumcombe County dest bi belavkirina av û xwarinê li rûniştvanan bikin, piştî ku hin pêdiviyên bingehîn bi helîkopterê hatibûn şandin ku dever bi piranî jiber lehîyê bê elektrîk maye.

Dîsa, ji her du Carolina heta Ohio û Florida tora telefona destan qut bûye û li gor malpera Poweroutage.us, 2.1 mîlyon xanî û kargeh îro jî bê elektrîk mane.

Karbidest dîyar dikin ku bi texmîna wan ji 15 mîlyar dolar heta pirtir ji 100 mîlyar dolar zarar çêbûne jiber ku sîstemên av û ragihandinê û rêyên veguhestinê yên krîtîk yan zararên mezin dîtine yan jî hilweşîne.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG