Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Helîkopterek Leşkerê Rusî li Sûriyê Tê Xistin


Çavdêriya Sûrî ya mafên mirov ragihand ku, balefireka leşkerê Rusî li Sûriyê keftiye xwar, çavdêrî dibêje li herêma gundewarên Seraqib li bakûrê Sûriyê balefira Rusî keftiye xwar.

Wezareta berevaniya Rusî jî ev yek piştrast kir û da zanîn ku, Helîkopterek wan ji curê Mi-8 ya taybet jibo veguhastina leşkeran li devereka bajarê Îdilbê bi çekên dijî hêzên esmanî xistine xwar, hemû kesên di balefirê da mirin e.

Wezareta berevaniya Rusî dibêje Helîkopter girêdayî leşkerê Rusîye li Sûriyê, balefir ketiye xwar, 5 kes di Helîkopterê da bûn, 3 kes tîma balefirê û 2 efserên leşkerê Rusî yên aştiyê di bûyerê de her 5 kes mirin e.

Hind gropên opzisyona Sûrî wêneyên balefirê li ser tora Înternêtê dane weşandin, di wêneyan de tê xuyakirin ku, Helîkopter bi temamî têkşkaye.

XS
SM
MD
LG