Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan: Kurdan li Efrîn Balefirek Me ya Helîkopter Xist Xwar


R.T. Erdogan serokê Tirkiyê
R.T. Erdogan serokê Tirkiyê

Serokê Tirkiyê Recep Tayyîb Erdogan roja Şemiyê got, şervanên YPG’ê yên Kurd li nêzîk Efrîn li Sûriyê balefireka Helîkopter ya artêşa Me xiste xwar.

Erdogan di axiftina xwe ya Şemiyê de ku, bo endamên partiya AKP ya desthilatdar axift û got " vê dawiy helîkopterek me hatiye xistin, tiştên weha dibin jiber ku, em di şer de ne, dibe em Helîkopeterkê xesar bibin, lê ewê bihayê wê bidin".

Artêşa Tirk jî, derbarê ketina balefirê daxûyaniyek da û got, du leşkerên me yên di balefirê de, hatine kuştin.

Daxûyanî sedema ketina Helîkopterê nade zelal kirin, lê dibêje, du leşker hatine kuştin, nihe tîma teknîkî lêkolîn dike kanê sedema ketina balefirê çiye.

Ji aliyê xwe ve çavkaniyên Yekîneyên Parastina Gel YPG'ê jî piştrast kiriye ku şervnên wan balefireka Tirkiyê têkşkandî ye.

Artêşa Tirk berî 3 hefetyan dest bi êrîşek berfihe ya ser şervanên Kurd li Efrînê kir bû, vê yekê enyeke nû ya şerê li Sûriyê daye vekirin.

Ev cara yekê ye di êrîşên ser Efrînê de, Tirkiye bi fermî ketina balefira Helîkopter radigehîne.

Ji hejî bîr xistinê ye ku mediya nêzîkî YPG'ê Vidyo ya ketina balefirê weşandîye.

XS
SM
MD
LG