Berpirsekê Kurd yê ewlekariya gote ajansa nûçeyan ya Fransî (AFP) ku helîkoptereke hevpeymaniya navnetewî ya bi pêşengiya Amerîka ya ku şerê rêxistina Dewleta Îslamî (DAIŞ)ê dike li Iraqê roja Pêncşemê ket xwarê.
Daxuyaniya Koalisyonê ketina helîkopterê weke bûyereke "şaşiyeke di firînê" de binav kir.
hevpeymaniya Navnetewî ya li Dij DAIŞê di daxuyaniyekê de got, "Ti ziyanek di nava rêzên hevpeymaniyê de çê nebûye, û ti ziyanek canî çî nebûye, tenê firoka hevpeymaniyê zirar dîtîy.
Koalîsyon dibêje, bûyer demjimêr 12:15 êvarê li gor dema herêmê rûdaye.
Karbidestekî ewlekarîyê li Herêma Kurdistanê dibêje, helîkopter ji ber "pirsgirêkeke teknîkî" li nêzîkî bajarokê Gwêr ku 40 kîlometran ji Hewlêr paytexta herêma Kurdistanê dûre, ketiye xwarê.
Berpirs piştrast dike ku du kes, ku taqima firokê bûn, bi silametî rizgar bûne û ziyan bi wan neketîye.
Koalîsyona bi pêşengîya Amerîka alîkarîya têkbirina DAIŞê kir piştî ku wê rêxistina tundrê, deverên berfireh ji Îraq û Sûriya cîran girtbûn. û "xîlafeta" xwe di sala 2014an de ragihand bû.
Koma tundrê ya cîhadî di dawiya sala 2017an de li Iraqê têk çû piştî ku axa herî dawî ya li jêr kontrola wê hat rizgar kirin. Lê hin çekdarên wê li deverên çiyayî yên dûr û nepenî xwe veşartine, û êrîşên kujer pêk tînin.
Bexdayê di dawiya sala 2021ê de bidawîhatina mîsyona şer ya hevpeymaniyê li welatê xwe ragihand, tevî ku hin leşker ji bo erkê perwerdekirin û şêwirmendiya hêzên ewlekariya xwecihî mane li wî welatî.
Nêzîkî 2,500 leşkerên Amerîkî û 1,000 ji welatên din yên endam di hevpeymaniyê de li Îraqê hene, li wan bingehan dimînin yên ku ji aliyê hêzên Îraqê ve têne birêvebirin.
Jêder:AFP