Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trafîka Dîplomasî li Herêma Kurdistanê û Bandora Ser Referandumê


Hello Washington_ Mohame Ali Yasin û Shexmus Sefer
Hello Washington_ Mohame Ali Yasin û Shexmus Sefer

Di rojên derbasbûyî de, li Herêma Kurdistana Îraqê trafîka dîplomasî ya bilez bû. James Mattis, Wezîrê Berevanî yê Amerîka roja Sêşemê piştî giheşt Bexda, ligel berpirsên Îraqê civîn encamdan, Bexda hate Hewlêr ligel Serokê Herêmê Mesûd Barzanî û berpirsên herêmê civîn pêk anîn.

Mattis berî derbasî Hewlêr bibe, li Bexda ragihand ku ew ligel Îraqeke yekgirtîne û karê wan yê herî pêşî li Îraq û Sûrîyê jinavbirina DAIŞ'ê ye.

Herwiha roja Çarşembê, Wezîrê Derve yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoglu piştî civîna li Bexda encam dan û ligel hevtayê xwe yê Îraqî, Îbrahîm Cafarî û serokê parlemena Îraqê, Selîm el Cibûrî axifîn, bi rêya firîngehê hate Hewlêrê, ligel Barzanî civîn encam dan.

Çavuşoglu di seredana xwe de da zanîn ku bilindkirina alayê Kurdistanê li bajarê Kerkûkê şaşîyek bû, hatî kirin û ew yekîtîya axa Îraqê diparêzin.

Li alîyekî din, şanda desteya bilind ya referandumê çend roj in ligel alîyên sîyasî û berpirsên Îraqî gotûbêj encam dan, lê heta niha encamên konkret ji van civîna dernektine û nehatine ragihandin.

Gotûbêjên şandên bîyanî li herêma Kurdistanê mijara bernama "Hello Washington" bû, ligel mêvanên bernamê ev pirse hat gotûbêj kirin.

Dr. Mohamed Alî Yasîn endam û berdevkê koalîsyona PDK di parlamenê herêmê de, derbarê referandumê û hatina şandên dîplomasî got Amerîka û Ewupa weke dostên Kurdan tên dîtin, lê ev dostatî nabe rêgir ku Kurd ji çarçova Îraqeke federal ya pêgirî bi destûrê nekirî cûda bibe.".

Herwiha civaknas û nivîskar Şêxmûs Sefer ji Amedê tevlî bernamê bû. Wî got ku Tirkîye weke sîyaseta wê ya klasîk, maf nabîne ku Kurd bibin xwedîyên xwe û dewleta xwe, li herderê Kurdan weke gef lidij xwe dibîne".

Hello Washington 25.08.2017
please wait

No media source currently available

0:00 0:29:35 0:00

XS
SM
MD
LG