Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hello Washington: Qonaxa Duyê ya Hilbijartinên Federalîzma Bakurê Sûrîyê


Roja Înê Qonaxa duyê ya hilbijartinên Federalîzma Demokratîk Rojava û Bakurê Sûrîyê destpê kir.

Komîta hilbijartinê dabû zanîn ku 30 listên pêkhatîyên sîyasî û civakî, bo hilbijartina komîte û şaredarîyan li her sê herêmên, Efrîn Firat, Cizîr ku ji kantonên Efrîn, Şehba, Girêsipî, Kobanê, Qamişlo û Hesekê pêk tên, dê beşdarîya hilbijartinê bikin.

Bernama Hello Washington ya vê Înê taybet bo vê bûyerê bû, ku cara yekê ye di dîroka Sûrîyê de tiştekî wiha bi beşdarîya pir partî û alî pêk tê.

Telal Mohamed, Hevserokê Partîya Aştîya Demokrat û Zehîye Alreşî, Endama Komîta Hilbiajrtinan ji Hevbendî mêvanên bernamê bûn.

Mohamed dibêje ev hilbijartin dê şêwazek nû ya jîyaneke demokratîk bi xwe re bîne herêmê. Wî got ku helwêsteke erênî ya hêzên navnetewî li hember hilbijartinê heye.

Alreşî jî got ku sê komên sereke beşdarî hilbijartinan bûne. "Ya herî mezin ya "Netewa Demokratîk" e ku Krsîtîyan, Ereb û pêkhateyên din di çarçova van her sê kotleyan de beşdarî hilbijartinan bûn."

Hello Washington
please wait

No media source currently available

0:00 0:30:13 0:00

XS
SM
MD
LG