Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

13 Hemwelatîyên Efrînê ji Alîyê Çekdarên Tundrê Hatin Revandin


Komên Îslamî yên tundrê, ku bi artêşa Tirk re êrîş Efrînê dikin, 13 hemwelatîyên Kurd û Ereb yên sîvîl ji gundê Hemamê yê devera Cindirêsê revandin.

Li gor agahîyên Hecî Gedro, ku merivê kesên revanî ye, roja Duşemê dema êrîşa ser gundê Hemamê, 13 hemwelatîyên ku nexwestine ji malên derkevin, hatine revandin.

Gedro da zanîn ku di nav wan kesan de 2 kesên birîndar jî hene.

Gedro navên kesên revandî jî dîyar kirin ew jî ev in: Mihemed Sebrî Gendî, Şukrî Gendî, Mihemed Murad Gendî, Sebrî Reşîd Gendî, Husên Hesîk, Mustefa Qeşqo, Sebrî Hemdo, Înayet Genc, Hikmet Genc, Amêr Reşo, Silêman Şewax, Hecî Şewax, Riho Şewax

"Ti xeber ji kesên hatine revandin tune. Wan veguhastine nava Tirkîyê û em nizanin rewşa wan çi ye. Ew zindî ne yan na," Gedro got.

Hêjayî gotinê ye artêşa Tirk bi destekdayîna komên îslamî yên tundrê ji 20'ê mehê de êrîşeke dijwar tînin ser Kantona Efrînê û tê de bi balafir û tankan Efrînê topbaran dikin.

Herwiha çend caran hewdane gundê Hemamê dagîr bikin, lê rastî bersîvdayîna Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) hatine.

XS
SM
MD
LG