Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zilamekî Tirk Jiber Nexşeya Êrîşekê li Almanya Derketê Pêş Dadgehê

Zilamekî Tirk Jiber Nexşeya Êrîşekê li Almanya Derketê Pêş Dadgehê
Zilamekî Tirk Jiber Nexşeya Êrîşekê li Almanya Derketê Pêş Dadgehê

Hemwelatîyekî Alman yê esil Tirk bi plankirina êrîşeke bombeyî li hember armancên leşkerî yên Amerîkî hate tawanbar kirin.

Zilamê 26 salî ki navê wî Adnan V ye, her wiha tê gunehdar kirin ku li ser înternetê piştevanên nû ji El Qaydê re berhev dike.

Adnan V îro Înîyê, di roja yekê ya dadkirina xwe de, li bajarê Frankfurtê derkete pêş dadgehê.

Dozger Michael Bruns dibêje, gumanbar nexşeyeke pir xeter danaye û armanca wî ew bû ku kesên bê guneh bikuje.

Gumanbar Adnan V. li Cotmeha 2009an li mala bavê xwe ya li bajarê Offenbach, bi madeyên peqînkar hatibû desteser kirin. Polîs li malê, her wiha pêzanînên çêkirina bombeyan dî dîtîbûn ku tê bawer kirim, gumanbar ew ji înternetê daxistibûn.

XS
SM
MD
LG