Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Welatîyekî Tirkîyê bi Endambûna PKK'ê li Almanya Tê Ceza kirin


Dozgerên federal yên Alman dibêjin wan welatîyekî Tirkîyê bi endambûna Partîya Karkerên Kurdistanê PKK'ê ya qedexekirî li Almanya ceza kiriye.

Ofîsa dozgerên federal roja Pênşemê ragihand ku Ali Ihsan K. 14’ê Gulanê bi endambûna rêxistineke biyanî ya terorîst hate ceza kirin. Li gorî qanûnên taybetmendîya Almanya, hemû navê wî ne hate eşkere kirin.

Dozger dibêjin, tê bawer kirin yê gumanber weku rêberekî PKK li bajarê Hamburg kar ji sala 2007’an heta 2008’an kiriye, ku di wê demê de endam dida hev û pere jibo rêxistinê kom dikir.

Ali Ihsan herwisa bi çûna bakurê Îraqê anku herêma Kurdistanê ji Nîsanê heta Îlona 2008’an de tê tewanbar kirin, ku li wir jî demekê ligel PKK’ê mabû. Ji meha deha sala 2011’an de ew di zindanê de ye.

Gerîlayên PKK’ê jibo serxwebûnê ji sala 1984’an de şer li başûr rojhilata Tirkîyê dikin.

XS
SM
MD
LG