Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hengaw Dibêje Îran Malbatên ku Gilî Kirine Desteser Dike


Rexistina Hengaw ya mafên mirovan îro Pencşemê ragihand ku sazîyên hikûmeta Îranê ji destpêka Adara 2023’an û vir ve herî kêm 70 endamên malbatên ku gilî kirine desteser kirine.

Di operasyonên hemdemî de li 4 endamên van malbatên gilîker jî li Senendecê cezayê girtîgehê û qamçikirinê hatîye birîn.

Li gor belgeyên tomarkirî li navenda amarî û belgeyan ya Hengawê, herî kêm 70 endamên malbatên gilîker ji alîyê dezgehên ewlekarî yên Îranê ve li bajarên Senendecê, Pîranşar û Îsfehan hatine girtin.

Li gor vê raporê, herî kêm 9 zarokên bin 18 salî û 31 endamên jin yên malbatên gilîker ji alîyê sazîyên ewlehîyê yên Îranê ve hatine girtin.

Hêzên dewletê Hesen Daroftade, bavê ciwanê 16 salî Komar Daroftade di 12’ê Tebaxê û 16’ê Tebaxê de du caran hatîye girtin. Komar Daroftade di dema xwepêşandanên Jin, Jîyan, Azadî ya Pîranşarê de hatibû kuştin.

Ji 39 endamên malbata gilîker yên Kurd ku hatine desteser kirin, 4 ji wan -bi navên Haşim Saedî, Mihemed Emînî, Abdurrahman Nasrî û Arman Hebîbî- ji alîyê Şaxê 102ayan ya Dadgeha Cezayê ya Îranê li Bokanê bi 15 meh û 74 qamçîyan hati ceza kirin.

Berîya niha Hengaw di derbarê girtina endamên malbata gilîker de ragihandibû ku sazîyên hikûmeta Îranê hişyarî dane van malbatan ku xwe ji darxistina merasîmên taybet bo rojbûn û salvegera kuştinên zarokên xwe dûr bisekinin.

Hengaw dibêje bi bît dixe ku fi hin bûyeran de, karbidestên Îranê dest danîbûn ser telefonên wan malbatan û mafê wanê înternêtê binpe kirin.

Li gor ragihandina Hengawê, herî dawî Ferhad Zare yê ji Babolê û birayê Mîlad Zare yek ji qurbanîyên tevgera Jin, Jîyan, Azadî ji alîyê hêzên Îranê ve hatin girtin. Mîlad Zare di 20’ê Îlona 2022’an de bi guleyên rasterast yên hêzên rejîma Îranê hat kuştin.

Hengaw dîyar dike ku hin bûyerên girtina endamên ji malbatên gilîker ji medyayê re nehatine ragihandin, jiber gefên sazîyên ewlehîyê yên Îranê yên ser xizmên wan.

Rexistina Mafan hevdem destnîşan dike ku û jimarên rastîn yên girtin û gefan ji yên tomarkirî ku ji hêla wan hatine piştrastkirin zêdetir in.

Hengawê herwiha da zanîn ku di van rojên dawî de bi dehan malbatên gilîker ji alîyê dezgehên ewlekarî yên Îranê ve hatine gazîkirin û lêpirsîna wan hatîye kirin.

Dîsa, gef li wan hatiye kirin ku di salvegera tevgera Jin, Jîyan, Azadî de ti çalakîyan nekin û jibo daketina kolanan bang li gel nekin.

XS
SM
MD
LG