Rexistina mafên mirovan Hengaw îro Çarşemê ser binpekirinên mafên jinan li Îranê rapora xwe ya meha Sibatê ragihand.
Hengaw dîyar kir ku di Sibata 2025’an de li li girtîgehên cuda yên Îranê herî kêm 3 jin hatine darve kirin, ku berê bi tawanên kuştinê hatibûn ceza kirin.
Rexistina ku bingeh li Norwecê ye, got ku 10 jin hatine girtin û 3 jinên din jî bi cezayên girtîgehê yên heya 10 salan û yek jin jî bi cezayê darvekirinê hatine mehkûm kirin.
“Girtin û cezakirina jinan di Komara Îslamî ya Îranê de wek sîyaseteke sîstematîk ya cudakarîyê didome. Ji destpêkirina tevgera şoreşgerî ya ‘Jin, Jîyan, Azadî’ ve zextên ser aktîvîstên jin pir zêde bûne. Îran bi krîmînalkirina nasnameya wan, polîtîkayên cudakirina zayendî dimeşîne û kêmanîyên zayendî marjînalîze dike.”
Hengaw herwiha da zanîn ku di Sibatê de 16 jin jî li bajarên cuda yên Îranê hatine kuştin.
“Hemî 16 kuştin ji alîyê kesên nêzî qurbanîyan ve, di nav wan de hevjîn û endamên malbatê jî hatine kirin. Kuştina jinan şêwaza herî tundrê yê nefreta di civakê de temsîl dike. Qaşo "kuştinên namusê" tenê beşek piçûk ya kuştinan jinan pêk tînin.”
Hengawê di 2024’an de jî 122 bûyerên kuştina jinan li Îranê tomar kiribû, ku piranîya wan ji alîyê endamên nêzî yên malbatê ve hatibûn kirin.
“Sîstema hiqûqî û îdeolojîya zayendperest li Îranê tundîya ser jinan normal kirîye,“ rêxistinê got.
Hengawê Komara Îslamî ya Îranê wek ‘dewleteke apartheid ya zayendî’ bi nav kir û got ku tundîya sîstematîk ya dijî jinan bi awayekî hiqûqî hatîye danan.
Rexistina mafan bang li civaka navnetewî kir ku apartheid ya zayendî wek "tawanek dijî mirovahîyê" nas bike û hikûmeta Îranê jî wekî pergala apartheid ya zayendî bi nav bike.
Hejayî gotinê ye ku Komara Îslamî ya Îranê bi gelemperî bersîva raportên ser mafên mirovan nade û cudakarîya dijî jinan red dike.