Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Tirkîyê, li Bajarên Kurdan Xeterîya Korona Kêmtir Bûye


Civata Wezîran li Tirkîye jibo pêşî li belavûna vîrusa korona bigire, roja Duşemê civinek taybet li dar xist.

Serokê Tirkîye Recep Tayîp Erdogan encama civînê ji bîragiştî re eşkere kir.

Li gor nexşeya ku Wezareta Saxlemîyê amade kiriye, xuya dibe ku Amed û Wan jî di nav de, xetera belavbûna rîska vîrusa korona li 13 bajarên Kurdan û li bajarê Uşakê kêm bûye.

Ev 14 bajar di nexweşeyê de bi rengê şîn hatin nîşandan. Li gor nexşeyê bajarên nîv rîsk bi rengê zer, yên bi rîska zêde bi rengê porteqalî û yên rîska pir zêde jî bi rengê sor hatine nîşandan.

Di nexşeyê de li bajarên şîn û zer qedexa dawîya heftê radibe, lê ya êvarê di ji 9 heta 5ê sibê dê bidome.

Herwiha qedexa li ser mirovên ji 65 salî mezintir û ji 20 salî biçûktir jî radibe.

Li van bajaran ji dibistanê heta lîseyan, heftê du rojan perwerdehîya rûbirû destpê dike, sê roj jî ya onlîne didome.

Li gor biryara Civata Wezîran, xwaringeh, pastaxane, qehwexane, çayxane, heta 7ê êvarê dikarin xizmetê bidin, holên dawetan jî dikarin bi 100 kesan şahîyan çêkin.

Rêxistinên sivil, sendîka jî dikarin kongre û hilbjartinên xwe bi beşdarîya 300 kesan li dar bixin

Li hemî bajaran pîvanên pêşîgir yên wek şertê karanîna maske, paqijî, dûrbûna civakî wê bidomin.

Wezîrê Karê Navxweyî Suleyman Soylu jî ragihand ku kontrol wê ji berê zêdetir were kirin.

Ger li bajaran hejmara nexweşan zêde be, walîtîya bajaran dikarin qedexeyan ragihînin.

Wezareta Saxlemîyê ragihandibû ku di nava salekê de li Tirkîye 28, 838 kes ji COVID-19 mirin, 2,711,497 kes jî tûşî wê nexweşîyê bûne.

Wezaretê herwiha ragihand ku di nava mehekê de 9,073,640 kes li seranser Tirkîye hatine vaksîn kirin.

KHF_03_02_2021_Herêmên_Kurdan_Korona
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:35 0:00

XS
SM
MD
LG