Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Pevçûnan de Pirtir jî Deh Kes li Tirkîyê Hatine Kuştin


Di pevçûnên navbera polîs û xwepêşandêrên Kurd de, pirtir jî 10 kesan li Tirkîyê hatine kuştin, piştî ku bi deh hezaran Kurd jibo bajarê Kobanê ku bin êrîşên DAÎŞ de ye, herikîn kolanan.

Hate ragihandin ku piranîya kuştîyan ji bajarê Dîyarbakirê ne û ji Mûş, Sêrt û Batmanê ji qurbanî hene.

Parlemana Tirkîyê destûr dabû ku hember DAÎŞ li Sûrîyê û Îraqê hêza leşkerî were xebitandin lê heta niha.hikûmeta wî welatî maytekirina (mudaxele) rewşa li Kobanê nekir.

Hêjayî gotinê ye ku şervanên Kurd yên YPG çend hefte ne hember êrîşrarên DAÎŞ berxwedaneke xurt didin.

XS
SM
MD
LG