Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Afganistanê Teqîna Bumbeyekê Bepirsekî Dikuje


Êrîşeka Berê li Parêzgeha Herat
Êrîşeka Berê li Parêzgeha Herat

Berpirsekî Afganistanê dibêje rêvebirê navçeya Kohsan a rojhilata welêt jiyana xwe ji dest da dema bumbeyek di nivîsîngeha wî de teqiya.

Gelani Farhad, peyvdarê hakimê parêzgeha Herat dibêje rêvebirê navçeya Kohsan Amir Haftbalah îro şemiyê piştî nîvro di êrîşê de hate kuştin.

Wî got du mêvanên Haftbalah jî di êrîşê de birîndar bûn.

Farhad got nivîsîngeha hakimê parêzgehê dest bi vekolînan kiriye.

Ta dema amadekirina vê nûçeyê kesekî berpirsiyaria êrîşê neda ser milê xwe, lê Farhad çekdarên Talibanê tawanbarkirin.

Taliban caran êrîşên wiha dijî nivîsîngehên hikûmetê û hêzên ewlekariyê pêk tîne.

XS
SM
MD
LG