Xwepêşandêrên dijî hikûmetê îro Înê avêtin ser Herêma Kesk ya Bexda ku parlemana Îraqê û piranîya balyozxaneyên bîyanî lê cîh digirin.
Nûçegîhana VOA Sharon Behn radigihîne ku bi sed hezaran xwepêşandêr li nêzîkî Herêma Kesk kom bûn û dema ew ji pira ber bi Meydana Tahrîr dimeşîyan, dengê teqekirinên giran û bombeyan hatin bihîstin.
Behn da zanîn ku hinek ji xwepêşandêr hatin birîndar kirin û hinek jî ber bi ofîsa serokwezîr Heyder Abadî bezîyan û diruûmên wek “Emê Abadî bikujin” qerîyan.
Li cîhê xwepêşandanan dora 15 ambulans hatin dîtin ku hewil didan birîndaran rakin, lê bi zelalî nehat hînbûn ku hejmara wan çi ye.
Karbidestekî ji maseya krîzê li Balyozxaneya Amerîkî li Bexda ji VOA re got ku ew niha nikare bipeyêve, jiber ku rewşeke awarte li wê derê heye.