Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Herêma Kesk ya Bexdayê Rastî Êrîşa Roketan Hat


Hêzên ewlekarîyê yên Îraqê pireke ku ber bi Herêma Kesk ve diçe girtine, piştî sê roketên Katyuşa li Heremê ketine, Bexda, Îraq, 28’ê Îlon 2022.
Hêzên ewlekarîyê yên Îraqê pireke ku ber bi Herêma Kesk ve diçe girtine, piştî sê roketên Katyuşa li Heremê ketine, Bexda, Îraq, 28’ê Îlon 2022.

Artêşa Îraqê ragihand ku îro Çarşemê sê roketên Katyuşa li Herema Kesk (Green Zone) ya li patext Bexdayê ketine, dema ku parlemana Îraqê bi dengdaneke karvekişîna serokê parlamanê Mihemed Helbûsî red kir.

Artêşê ragihand ku 7 karmendên ewlehîyê birîndar bûn û pirên Herêma Kesk yên navendî hatine girtin û heriwha bo motorsîklet û kamyonan qedexeya derketina derve hatiye ragihandin.

Çend çavkanîyên ewlekarîyê ragihandin ku piştî êrîşa yekê, rokêteke din j jî li nêzîkî Herêma Kesk ketiye, ku parlemento û gelek ofîsên hikûmetê û balyozxaneyên biyanî lê ne.

Hat ragihandin ku di vê êrîşê de Kuştî û birîndar çênebûne.

Ji alîyê din ve bi dehan alîgirên rêberê Şîa yê Îraqê Muqteda Sadr îro li Meydana Tehrîrê ya Bexdayê rûniştina parlamê protesto kirin; li meydana ku li derveyî Herêma Kesk e.

Li gor şahîdîya kameravanê di xwepêşandanê de, bi dehan kesan kevir diavêtin hêzên ewlehîyê.

Serokê milîsên girêdayê Sadr - Ferrmandarê Tugayên Aştiyê Ebû Mistefa El-Hamidawî - êrîşa bi rokêtan ya îro şermezar kir.

"Em îro topbarana li ser Herêma Kesk şermezar û rexner dikin û em tekezîya mafê destûrî yê xwepêşandanê dikin,"Hamidawî got.

Muqteda Sadr ji hilbijartina Cotmeha borî de wek serketiyê herî mezin derket, lê piştî hewldanên çend mehan ji xitimîna siyasî wî nikarîbû hikûmetek hevbendîyê ava bike.

Sadr piştî neserketina xwe, ferman da parlemenên tevgera xwe ku ew xwe vekişînin û hevdem wî banga hilbijartinên nû kirin.

Halbûsî, siyasetvanekî Sunnî ye ku di destpêkê de piştgirî da hewldanên Sadr, l ê piştre ji wî veqitîya.

Wî got ku hewildanên bo avakirina hikûmetê divê bi alîyên din yên siyasî re berdewam bikin.

Di destpêka vê salê de Partîya Teqaddum ya Halbûsî û komên din yên Ereb û Kurd yên sunnî bo avakirina hikûmeteke, piştgirî dan hewldanên Sadr , ya ku wê komên Şîa yên dijber yên ku Îran piştgirîya wan dike dûr bixe.

Lê, dema ku Sadr ji parlemanê vekişîya wan biryara wî neşopandin û li şûna wê yekê bi partîyên Îran piştgirîya wan dike re hevalbendîyeke nirxandin.

Piranîya parlemanan îro hemberî karvekişîna Halbûsî deng dan û bi awayekî berbiçav berdewamîya posta wî erê kirin.

XS
SM
MD
LG