Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsaac Herzog Wek Serokê Nû Yê Îsraîlê Sond Dixwe


Serokê nû yê Îsraîlê Isaac Herzog
Serokê nû yê Îsraîlê Isaac Herzog

Serokê berê yê partîya karkeran Îsaac Herzog, îro Çarşemê bi merasîmek girseyî li Knesset (parlamento)yê wekî serokê Îsraîlê sond xwar û bi fermî dest bi seroktîya welêt ya bo 7 salan kir.

Îsaac Herzog soz da ku ewê rola serokatîyê bi gelemperî mîna sembolîk bikar bîne da ku alîkarîya çareserîya pirsgirêkên kûr yên di nava civaka Îsraîlê bike.

"Ji vir, ezê herim avahîya seroktîyê ya Îsraîlê û dest bi rêwîtîyeke di navbera qelîşî û kurtalên civaka Îsraîlî de bikim. Rêwîtîyeke ku di nav cûdahîyan de, dîtina yekbûnê armanc dike, rêwîtiyek bo jinûve me kişf bike, " Herzog got.

Herzog yê 60 salî,cara yekê di 2003'an de wek parlementer hate hilbijartin, seroktîya Partîya Karkeran kir û di hikûmetên koalîsyonê de gelek caran wezîrtî jî kir.

Ew herî dawî serokê Ajansa Cihûyan ya jibo Îsraîlê bû, ku koçberîyê teşwîq dike.

Herzog, di Hezîranê de ji hêla parlementoyê( Knesset), wek serokê Îsraîlê hate destnîşan kirin, çend roj berîya Netanyahu ji alîyê koalîsyoneke pir alî ve bi rêberîya serokwezîrê nû Naftalî Bennett hate têk birin.

"Jibo ku rûbirûyê êşê bibim, rasterast lê binerim guh û dilekî bidim – heya ku di xalên herî xeter de, dijî dijwarî û metirsîyan, ez dest bi vê rêyê dikim."

Herzog yê parêzer, kurê serokê Îsraîlê yê koçkirî Chaim Herzog e, ku wî jî wek balyoz li Neteweyên Yekbûyî, nûnertîya welatê xwe kar kiribû.

Herzog di dawîya axaftina xwe de soz da ku ewê li hemberî dijî-semîtîzmê şer bike, jibo aştîya di navbera Îsraîl û cîranên wê de tekoşîn bike û her wiha di 'şerê dijî gefên stratejîk yên Îsraîl, di serî de bernameya navokî ya Îranê' de bibe alîkar.

XS
SM
MD
LG