Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Herzog Dibêje Trump Wê bi Rêberên Ereb re Bicive


Serokê Îsraîlê Isaac Herzog roja Yekşemê dîyar kir ku Serokê Amerîka Donald Trump wê bi Serokê Misir Abdel Fattah el-Sisi re bicive.

Herzog got dibe ku Trump bi Prensê Cîgir yê Erebistana Saudî Mihemed bîn Salman re jî bicive, lê wî ser civînan ti roj eşkere nekir.

Wî di Fox News’ê dema pirsa ser plana Trump ya derbarê Kerta Gaza dibersîvand wisa got.

Serokê Îsraîlî ser cîh û dema civînan ti hûrgilî neda.

Herzog dîyar kir ku Trump wê di rojên pêş de bi Melîkê Urdunê Abdullah re jî bicive.

‘’Serok Trump di serî de melîkê Urdunê, serokê Misirê re wê bicive û herhal wê bi prensê cîgir yê Erebistana Saudî jî di nav de bi rêberên girîyên yên Ereb re kom bibe.’’

Wî dîyar kir ku divê ew ser plana domdar bi wan re jî danûstandinê bikin.

Erebistana Saudî jî bi zimanekî tund plana Trump ya ser Gaza red kir.

Ajansa nûçeyan ya Reutersê serê hefteyê ragihandibû ku çaverê ye Melîkê Urdunê Abdullah 11’ê Sibatê li Washingtonê ji Trump re bibêje ku plana wî wê li Rojhilata Navîn kaosê çêke û zararê bide danûstandinên ser aştîya herêmê.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG