Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Twitter û Facebook Hesabên Seroktîyê Dê di 20'ê Çileyê de Bidin Biden


Kompanîyên medya civakî, Twitter û Facebookê ragihandin ku ewê hesabê fermî yê bi navê @POTUS, ku serokê Amerîka bikar tîne, di 20’ê Çileyê de bidin serokê hilbijartî yê Amerîka Joe Biden.

Hesabê @POTUS, bi Îngilizî kurtasîya ‘’Serokê Amerîka ye’’ û di her du kompanîyên medya civakî de bo karanîna serok hatiye veqetandin.

Serok Donald Trump di dewra xwe de li Twitterê pirtir ji hesabê xwe @realDonaldTrump û li Facebookê jî pirtir ji rûpela @DonaldTrump nivîsî.

Karbidestên Twitterê ji ajansa nûçeyan ya Reutersê re dan zanîn ku ewê agahîyên ser hesabana di 20’ê Çileyê de bidin serokê hilbijartî Joe Biden û karbidestên din yên Qesira Sipî.

Facebookê jî da zanîn ku ew di sala 2017’an de bo hesabên li Facebookê û Instagramê bi tîma Trump û bi ya serokê berê Barack Obama re xebitîne.

Li gor encamên ne fermî di hilbijartinên 3’yê Mijdarê de de Biden bi ser ketiye û lê ew bi îdia û dozên Trump yên ser sextekarîyên di hilbijartinê de rûbirû maye.

XS
SM
MD
LG