Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dr Dilovan Silêman: Qutkirina Avê Ser Bajarê Hesekê Karesateke Mirovahî Ye


Bûyerên Serêkanîyê û gundewarên rewşa herêma Cezîrê bi tevahî guhert û xist bi metirsiyek mirovahî, ku bi hezaran ji niştecihên Serê Kaniyê û derûberên li bajarê Hesekê bicî bûne, lê rewşa tendirustî, ya civakî û aborî têk çûye û roj bi roj metirsî zêdetir dibin bi taybetî piştî qutkirina ava vexwarinê li ser bajêr.

Dengê Amerîka xwest ji nêzîk ve rewşê bişopîne û ew metirsiyan bide ber çavan. Hevpeyvînek bi Dr. Dilovan Silêman re kir ku li Hesekê dimîne û karê xwebexşî dike bo alîkarîya nexwaşan bike.

Dr. Dilovan dibêje ku reşwa tendirustîyê gelek xirab û pêwîstî bi alîkarîyên leezgîn heye.

"Niha 71 dibîstanên bajêr tijî xelk bûne û ew tev de metirsîyê li ser rewşa tendirustiyê dikin. Wekî din jî, hêzên rikeberîya Sûrî yên bi ser Tirkiyê ve, dest danîne ser jêdera ava vexwarinê li gundê Elokê û av li ser Heseke qut kirine."

Dr. Dilovan dibêje ku av ji bendava Hesekê ne paqije .

"Niha avê bajêr ji bendavê tê û ew av ne jibo vexwarinê ye, lê bo şuştinê bi kar tê. Ger wisa berdewam bike wê karesetek mirovanî li bajêr çêbibe."

please wait

No media source currently available

0:00 0:06:28 0:00


Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG