Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îrfan Yakut ku Hestîyên Mirovan Dîtibûn, Daxuyanîya Fermî Qebûl Nake


Îrfan Yakut
Îrfan Yakut

Welatîyekî bi navê Îrfan Yakut roja Înê li gundê Derêca ya navça Kerborana (Dargeçît) Mêrdînê, li hindurê şikeftekê hestîyên 36 mirovan dîtin.

Walîtîya ta Mêrdînê li ser dîtina hestiyan daxuyanîyek dabû û di wir de destnîşan kiribû ku Yakut jibo lêgerina berhemên dîrokî çûye şikeftê.

Lê, Yakut li dijî vê daxuyanîyê dertê û dibêje ku ew jibo girtina wêneyan li deverê bûye û ti eleqa wî bi lêgerîna berhemên dîrokî tuneye.

“Bavê min Yahya Yakut di sala 1993’an de ji alîyê hin mirovên çekdar hatiye birin û ji wê rojê vir de bavê min hinda ye. Dema ku min hestî dîtin, yekser bavê min hat bîra min, lewma ez bi lezûbez çûm dozgerîyê," Yakut got.

HDP’ê jî mijara hestîyan anî rojeva parlamana Tirkîyê û parlamantera wê ya Mûşê Gulistan Koçyîgît xwest ku ser dîtina hestiyên mirovan komîsyoneke vekolînê were ava kirin.

KHF_06_01_2020_Îrfan Yakut_Hestîyên_Mirovan
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:41 0:00

XS
SM
MD
LG