Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çarenûsa Dîyaloga MSDê û Hikûmeta Sûriyê


Dr. Kemal Sîdo û Stêrê Çello
Dr. Kemal Sîdo û Stêrê Çello

Hevserokê Civata Sûriya Demokrat (MSD) Riyad Derar di hevpeyvînekê de li gel Dengê Amerîka dibêje serdana wan a Dîmeşqa paytext ew li ser daxwaza hikûmeta Sûrî bû.

Ev axaftin û serdan di demekê de tên ku, serokê Sûriyê Beşar Esed gotibû eger gotûbêj li gel Hêzên Sûriya Demokrat neçin serî ewê hêzê bikar bîne ji bo kontrolkirina herêmên bin destê wan de.

Gelo rêjîma Sûriyê ta kîjan astê amade ye gotûbêjan li gel MSDê bike?

Bijarên MSDê çine, di van goftûgoyan de?

Vehewandina pêkhateyên Sûrî bi giştî û yên herêma bakur û rojhilata Sûriyê bi taybetî ta çi radeyê tê pejirandin ji aliyê hikûmeta Sûrî ve?

Xelkê herêmê van goftûgoyan çawa dinirxînin?

Bernama Hest û Helwest bi beşdarbûna du mêvanan ronî dide ser vê mijarê: Dr. Kemal Sîdo, rêvebirê nivîsîngeha Rojhilata Navîn ya Komeleya Gelên di bin Gefê de ku li Almanya dimîne û rojnamevan Stêrê Çello ji bajarê Kobaniyê.

Ji bo guhdarîkirina li vê bernamê fayla deng veke

Hest û Helwest: Çarenûsa Guftûgoyên MSDê û Hikûmeta Sûriyê
please wait

No media source currently available

0:00 0:28:59 0:00

XS
SM
MD
LG