Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêvî Mustefa: Divê Civaka Navnetewî Piştgirî Bide Gelê Efrînê


Hevseroka rêvebirîya Efrînê, Hêvî Mustefa di konferanseke Parlemana Ewrupî de bang li civaka navnetewî kir ku piştgirîya gelê Efrînê bike.

“Em li Efrînê, di nav aştîyê de bi rêvebirîya xwe û bi xweserîya demokratîk dijîyan, lê niha bi sed hezaran rûniştvanên Efrînê li bakurê Helebê derbider bûne û bê piştgirîya civaka navnetewî dijîn.”

Mustefa da zanîn ku kêmahîya dermanan li nexweşxaneya li Şehba heye û bi sedan penaber bê av û bê war dijîn.

“Zarok bi têra xwe nikarin xwarin bixwin û nikarin herin xwendigehê. Ew bi giştî, di şertên nemirovane de dijîn.”

Mustefa bal kişand ku sîvîlên Efrînî ji hêla artêşa Tirk ve têne armanc kirin û kuştin.

Wê bang li Parlemana Ewrupî, Neteweyên Yekbûyî û sazîyên navnetewî kir ku bo piştgirîdana gelê Efrînê, pêngavan bavêjin û rê li ber guhertina demografîya Efrînê bigirin.

“Ew dixwazin Kurdan ji Efrînê sirgun bikin. Ger Erdogan neyê sekinandin, ewê hemî Sûrîyê têxe rewşeke xeter. Divê kesên aştîxwaz û demokrasîxwaz giwaştinan li ser Tirkîyê bikin û pêşî li Erdogan bigirin.”

XS
SM
MD
LG