Roja Çarşemê li bajarê Stenbolê serokên 22 welatên misilman civiyan, mijara sereke ya kombesta Rêxistina Hevkariya Îslamê li Stebol ewe daku, bersivekê bidin biryara serokê Amerîka Donald Trump ya naskirina Orşelîm/Qudsê weke paytexta fermî ya Îsrailê.
Saziya Hevkariya Îslamî ku, Tirkiye niha serokatiya wê dike û 57 welatên Erebî û Îslamî endamin di wê rêxistinê de civînên xwe li Stenbol berdewam dikin.
Serokê Tirkiyê Recep Tayyib Erdogan, daxwaza kombestek awarte kir da ku derbarê rewşa Qudsê biryaran bistînin, Erdogan di dema vekirina civînê de got"Ez daxwazê ji welatên ku baweriya wan bi yasaya navnetewî û dadweriyê heye, Qudsa dagîrkirî weke paytexta Filistînê nas bikin".
Erdogan roja Duşemê berî ku, civîna Hevkariya Îslamî bihê encamdan got bû "Em weke serokên niha yên Hevkarîya Îslamî dê kombestekê li Stenbol encam bidîn, me daxwaz ji serokên welatan kiriye daku bi hevre peyameke bihêz ragehînin".
Tê çaverê kirin ku, her yek ji serokê desthilata Filistînê Mahmoud Abbas, Şahê Urdunê Şah Abdullahê Duyan, serokê Azerbêcan Îlham Aliyev, serokê Bangladeş Abdoul Hamîd û serokê Îranê Hassan Rouhanî bi giştî serokên 22 welatan û nûnertîya 23 welatên din civîna rêxistina Hevkarîya Îslamî ya awarte li Stenbol amade bibin.
Rexnên herî giran ji aliyê serokê desthilata Filistînê Mahmoud Abbas ve hatin û got, naskirina Qudsê weke paytexta Îsrailê ji aliyê Amerîka de bi serê xwe "tawaneke", herwiha got "ji niha û şûn de", rolê Amerîka di aştiya Rojhilata Navîn de nayê qebûl kirin.
Ji hejî bîrxistinê ye ku, di reşnivîsa daxûyaniya Kombesta Rêxistina Hevkariya Îslamî de hatiye ku danek gihaye ajnasa Reuters dide znaîn ku, Amerîka rola xwe ya weke çavdêra aştiya Rojhilata navîn winda kirîye, jiber biryara naskirina Orşelîm/Quds weke paytexta fermî ya Îsrailê, herwiha di reşnivîsê de hatiye ku, hemû serokên beşdar di kombestê de Quds weke paytexta Filistînê pejirandî ye.