Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

SOHR: Koalîsyona Navdewletî û HSD'ê Hîndarîya Leşkerî ya Hevbeş Encam Da


Endamên Hêzên Sûriya Demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê
Endamên Hêzên Sûriya Demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê

PARÊZGEHA DÊREZORÊ - Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî bi hevkariya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD)ê rahênaneke leşkerî bi gule û cebilxaneya rasteqîn li binkeya zeviya gazê ya "Koniko" li gundewarê bakurê Dêrezorê pêk anîn û tê de dengê teqînan hat bihîstin.

SOHR îro Şemiyê ev yerk di malpera xwe ya fermî de weşand û da zanîn ku Hêzên Sûriya Demokratîk HSD û hêzên hevpeymana bi domdarî rhaênanên leşkerî yên hevbeş pêktînin.

Li herêmê, ew hîndariya leşkerî di encama bikaranîna çekên giran û lêdana armancên xeyalî de û bi armanca ku asta rahênanên leşkerî ji bo şer baştir bikin û di amadebaşiyê de bin pêkhat.

Hem hêzên Hevpeymaniya Navdewletî û hem jî hêzên HSDê berdewam in li ser rahênana leşkerî di nav deverên xwe yên bibandor de, ji bo zêdekirina şiyanên şervanan û bilindkirina amadebaşiya şerkeran li hêviya her êrişeke mihtemel a milîsên Îranê de.

Di 11ê Tîrmehê de, di hîndarîyên leşkerî yên ku tê de guleyên rast û çekên dijî hewayî hatin bikaranîn, li qada Konîko yê dengê teqînên bi heman rengî hatbû bihîstin.

Jêder: SOHR

XS
SM
MD
LG