Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îmran Yûsiv: Hilbijartinên Bakurê Sûriyê bi Aramî Derbas Bûn


Roja Înê 1ê Berfanbara 2017ê hilbijartinên encumenên xwecihî yên Rêveberiya Xweser li hersê heremên Kurdî li Bakurê Sûriyê birêve çûn.

Dengdan di hilbijartinên li Rojavayê Kurdistanê de ji demjimêr 08:00ê serê sibehê roja Înê ve hatibû destpêkirin û piştî dirêjkirina dema dengdanê heta demjimêr 22:00ê şev berdewam bû.

Di derbarê van hilibijartinan de, Dengê Amerîka hevpeyvînek bi nivîskar Îmran Yûsiv re kir, da hin roniye bide ser pêvajoya dengdanê û rewşa giştî ya ewlehiyê.

Yûsiv dibêje: Dengdan bi aramî derbas bûn, bi beşdarîbûna jimareke mizin ji xelkê û herwisa jî beşdarîbûna berbijêrên pêkahateyên Ereb û Aşûrî di hilbjartina de baş bû.

Sebaret bi boykotkirina hilbijarinan ji aliyê hin partî û hêzên siaysî ve, Yûsiv dibêje rikeberiya siyasî tiştek pir baş e û demokrate, lê li gorî wî boykotkirin ne gaveke bikêrhatîye di karê siyasî de û diva ku partiyan bi pirojeyên xwe yên siyasî tevlî hilbijartinan bibana.

Hevpeyvin digel Îmran Yûsiv
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:01 0:00

XS
SM
MD
LG