Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hevserokê IHD'ê Ozturk Turkdogan Hatiye Desteser Kirin


Ozturk Turkdogan

Hevserokê Komeleya Mafên Mirovan (IHD) Ozturk Turkdogan îro Înê li Enqerê hat desteser kirin.

IHD’ê ji ser Twitterê ragihand ku hîn ti agahîya wê ser sedema desteserkirina Turkdogan tune.

Wê komeleyê dîyar kir ku desteserkirina Turkdogan bi awayekî eşkere zextên li ser bizavkarên mafên mirovan raber dike.

Hevdem, Ajansa Anadolu, ku medya dewletê ya Tirkîyê ye, ragihand ku Serdozgerîya Komarî ya Enqerê di lêpirsîna dijî Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) de bo 12 kesan biryara girtinê daye û 10 gumanbar hatine desteser kirin.

Ajansa Anadolu dîyar kir ku di nav desteserkirîyan de serokên berê yên bajêr Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) hene.

XS
SM
MD
LG