Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hewas Xelîl: Hebûna Gurûpên Leşkerî li Efrînê Kêşeyan Derdixe Holê


Hewas Xelîl
Hewas Xelîl

Di demekê de ku jimareka xelkê Efrînê vegeriyan nav malên xwe ûTirkiyê heft encûmenên xwecihî li navenda Efrînê û bajarokên wê avakirin e, hîn derdora 150,000 kes li navçeyên derdorê bêşûnûwar in .

Endamê desteya siyasî ya koalisyona opozisyona Sûrî Hewas Xelîl di hevpeyvînekê de li gel Dengê Amerîka behsa rewşa dawî ya bajarê Efrînê û damezrandina envûmenên sivîl kir.

Xelîl got:

“Me wek ENKSê, gelekî fişar da ku kesên rêveberiya wan encûmenan dikin ji xelkê Efrînê bin. Nabe, xelkek ji derveyî Efrînê bê û niwêneratiya wan encûmenan bike. Ev ji bo me mercek bû û ew merc pêk hat.”

Xelîl ku li Tirkiyê dimîne behsa mayîna hin gurûpên leşkerî li Efrînê kir û got ew gurûp ne ji xelkê Efrînê ne û dibin sedema pirsgirêk û nakokiyan li wir.

Ji bo guhdarîkirina li dirêjiya hevpeyvînê fayla deng veke

Hewas Xelîl 21_05_2018
please wait

No media source currently available

0:00 0:11:14 0:00

XS
SM
MD
LG