Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di 5 Salên Piştî Hewla Derbeya 15ê Tîrmehê de Çi li Tirkîyê Qewimî?


Di 15’ê Tîrmeha 2016’an de endamên Tevgera Fethullah Gulen (FETO) yên di nav artêşê de ne, ketin nav hewla derbeyê.

Di kanala dewletê TRT’ê de hat ragihandin ku Konseya Aştîya Welêt dest dide ser rêvebirîya Tirkîyê.

Serokomarê Tirkîyê ji havîngeha li Marmarîsê bi firoke derbazî Stenbolê bû û bang li gel kir ku jibo xwedîderketina welêt dakevin kolanan.

Hewla derbeyê têk çû lê ew şev firokên şer Qesra Seroktîyê, parlamentoya Tirkîyê, Navenda Rêvebirîya Emnîyetê bombe kirin.

Şeva hewla derbeyê li kolanan 251 sivîl di encama bombe û gulebaranan de hatin kuştin, 2194 kes birîndar bûn. Lê hejmara leşkerên hatin kuştin hê jî bi zelalî nehatiye eşkere kirin.

Ragihandina Serokomarîya Tirkîyê eşkere kir ku 35 firokên leşkeri, 37 helîkopter, 74 tanq, 246 wesayitên zirxî, 3992 çek, ji 10 hezarî zêdetir leşker û sîvîlên ku endamên Tevgera Gulen in, di kudetayê de cî girtine.

Li gor heman lêkolînê ji sedî 58 hilbijêrên HDP’ê, ji sedî 37 alîgirên CHP’ê jî ew şev li hember derbeyê li kolanan bûne.

Di 21’ê Tîrmehê de Rewşa Awarte hate ragihandin ku 7 caran dirêj bû û 2 salan dewam kir.

Li ser civakê û azadîya ramanê bandora derbeyê

Di dema Rewşa Awarte de 125.628 karmend û karker ji kar hatin dûerxistin, du mîlyon mirov di bandora vê biryarê de man.

- 2.761 sazî û dezgeh, rêxitinên sivîl hatin girtin ku di nava wan de gelek dezgehên Kurdî jî hebûn.

- 204 dezgehên ragihandinê hatin girtin, dest dan ser hemî alav û amûrê wan. Di nav wan de 53 rojname, 37 radyo, 34 televîzyon, 29 weşanxane, 20 kovar, 6 ajans hebûn.

- Pasaporta 234.419 kesan hate betal kirin, azadîya çûnhatina 500 hezar kesan nema.

- Li gor raporên çavderîyên medyayê 6.081 akademîsyen, 1427 personel li zanîngehan hatin derxistin.

Jiber hewla derbeyê çend kes hatin girtin, çi ceza derketin

Wezîrê Kare Navxweyî Suleyman Soylu ragihand piştî kudetayê 99.066 operasyon çêbûne û di encama wan de 282.790 kes hatine desteser kirin, 96 hezar û 975 kes hatine girtin.

''Jiber sucê derbeyê 25.912 kes girtî ne, lê kesên di derheqa wan de lêpirsîn destpê kiriye 597.783 kes in.’’

Berdevkê Wezareta Dadê Ertugrul Çekîn jî da zanîn ku jiber hewla derbeyê 289 doz vebûne.

''2532 kes bi hetahetayê hatine cezakirin, 4131 kes jî hatin mehkum kirin. Ji dozên ku temam bûne hezar û 315 kes cezaya muebeta giran sitandine. Jibo Komîsyona Sulha Welat jî 16 endam, 141 caran bi muebeta giran hatin cezakirin'' Çekîn got.

Bandora Derbeyê li ser Kurdan

Partî û şaredarî, xebatkar û saziyên Kurdan jî di di bandora rewşa awarte de man û bi biryarên di hikmê qanûnê de (KHK) ji destê Kurdan hatin standin.

- Di dema Rewşa Awarte de di Mijdara 2016’an de, hevserokên HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî di nav de 12 parlamenter hatin girtin, ev hejmar paşê zêde bû.

- Ji Îlona 2016’an de pêşî dest dan Şaredarîya Batmanê û nav du salan de qayum dan ser 98 şaredarên HDP’ê, şaredar hatin girtin.

- Bi destxistina şaredarîyên HDP’ê, dibistanên zarokan, akademîyên ciwanan, navendên jin û zarokan ku hemî bi Kurdî xizmetê didan, yek bi yek hatin girtin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:06:57 0:00

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG