Wezareta Berevanî ya Amerîka radigihîne ku firokên Amerîkî êrîş birin ser terorîstên DAÎŞ yên li dervayê Hewlerê.
Biryara êrîşê ji alîyê Fermangeha Navendî ya Amerîkî anku U.S. Central Command hate dayîn û 2 firokên F18 500 êrîş pêk anîn.
Hedefên wan êrîşan deverên nêzîkî Hewlêrê bûn ku personeên Amerîkî lê hene.
Wekî tê zanîn Serok Obama do êvarê fermana karanîna êrîşên esmanî li dijî terorîstên DAÎŞ dabû.
Hêjayî gotinê ye, do jî Cîgirê Serokê Amerîka Joe Biden, bi telefonê ligel Serokê Herêma Kurdistana Îraqê Mesûd Barzanî peyîvî û rewşa bi hezaran Êzîdîyên ku li Çîyayê Şengalê ase mane, jê pirsî.