Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dronek Ser Firokexaneya Hewlêrê Hatiye Xistin


Firokexaneya Hewlêrê
Firokexaneya Hewlêrê

Ajansa nûçeyan ya Reuters ragihand ku îro Sêşemê dronek ser firokxaneya Hewlêrê dronekî hatiye xistin.

Reutersê ev agahî ji zarê du jêderên ewlekarîyê ragihand. Hêzên Amerîkî û yên Koalisyona Navnetewî ya Dijî DAIŞ'ê li firokxaneya Hewlêrê dimînin.

Heman jêdaran gotin ku hîn ne zelal e ka êrîş bûye sedema ti zarar û ziyanên canî yan na.

Dezgeha Dijî Terorê ya Herêma Kurdistanê jî bi daxuyanîyeke eşkere kir ku îro serê sibê mîlîşyayên dijî qanûnî bi droneke çekdar êrîşî firokxaneya Hewlêrê kirine. Lê dezgehê zêdetir agahî ranegihand.

Êvara Yekşemê jî dronek ser firokexaneya Hewlêrê ji alîyê sîstema berevanîya esmanî ve hatibû xistin. Koma bi navê "Berxwedana Îslamî li Îraqê" berpirsîya wê êrîşa têkçûyî girtibû ser xwe.

Hêzên Amerîkî û yên navneteweyî yên li Îraq û Sûrîyê, ji destpêkirina şerê Îsraîl û Hemasê di Cotmehê de, di asta bilind ya hişyarîyê de ne û gelek caran rastî êrîşan hatine.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG