Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şerê Gotinan yê Tirkîyê û Îraqê Gûr Dibe, Abadî Bersîva Erdogan Dide


Serokwezîrê Îraqî Heyder Abadî bersîva daxuyanîyên Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan da û got ku “ewê welatê xwe, bi îradeya şervanên xwe biparêzin.”

Abadî bi rêka Twitterê Erdogan rexne kir û got, ewê welatê xwe bi vîna xwe biparîzin, ne bi rêka axaftinên Skype.

Berdevkê Ofîsa Abadî, Saad al-Hadithi jî ji AFP re ragihand ku Enqere kêşeya hebûna leşkerên Tirk li Îraqê naxwaze çareser bike, lê Erdogan benzîn dirjîne nav êgir û pirsgirêkê xirabtir dike.

Hadithi got bi daxuyanîyên xwe yên dawî Erdogan kêşeya qanûnên navnetewî û ewlekarîyê qulipand arîşeyeke şexsî.

Erdogan îro Sêşemê gotibû ku tevî nerazîbûna Îraqê, ewê beşdarîya operasyona rizgarkirina Mûsilê bikin û ew hêzên xwe ji bingeha leşkerî Başiqa venakşînin û fermanan ji Bexda nastînin.

Erdogan herwiha gotinên tund li Abadî kiribû û ji wî re gotibû ku divê ew "hedê xwe bizane.”

XS
SM
MD
LG