Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan Gefan li Serokwezîrê Îraqê Abadî Dike


Serokomar Recep Tayyîp Erdogan
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan îro Sêşemê got ewê beşdariyê di kontrolkirina bajarê Musil de bikin, tevî ku Îraq nerazî ye û ew yek bûye sedema alozîyan navbera Îraq û Tirkiyê.

Erdogan herwiha got ku ew hêzên xwe ji bingeha leşkerî ya li nêzîk Musil venakşînin û fermanan ji Bexda nastînin.

Tikiye rahênanên leşkerî bi hêzên herêmî dike jibo rizgarkirina Musil ji çekdarên DAIŞê, hebûna leşkerên Tirkî nav axa Îraqê, di navbera her du welatên cîran de bûye sedema aloziyan.

Erdogan di axiftina xwe de îşaret da serokwezîrê Îraqê û got "hedê xwe bizane. Tu dikarî her gale galê bikî, lê jibo me ne giring e."

Wek tê zanîn ev hefteyeke duberî û alozî di navbera Îraq û Tirkiyê de zêde bûn e. Ev rewşa aloz ya navbera her du welatan ji sedema hebûna leşkerên Tirkî li hindurê axa Îraqê û rijdiya Tirkiyê ya beşdariya di şerê rizgarkirina Musilê de pêk hatiye.

XS
SM
MD
LG