Hizbullah roja Yekşemê serê sibê bi sedan rokêt û dron êrîşê ser Îsraîlê kir, û artêşa Îsraîlê jî bi hevdemî ragihand ku koma çekdar amadekarîyên êrîşên "mezintir" dike û dest bi êrîşên esmanî yên ser li Lubnanê kir.
Artêşa Îsraîlê got ku wê bi bi 100 firokeyan zêdetirî 40 armancên Hizbullahê yên li başûrê Lubnanê kirine armanc û bi van êrîşên pêşwext êrîşeke pir mezintir pûç kiriye.
Wezareta saxlemîyê ya Lubnanê ragihand ku di êrîşên Îsraîlê li ser başûrê Lubnanê de, sê kes hatine kuştin.
Koma çekdar Hizbullah ku Îran piştgirîyê dike, piştî êrîşên ser Îsraîlê daxuyanîyek da û got ku wê dron û 320 rokêtên Katyûşa avêtine kûrahîya heremên Îsraîlê û li 11 armancên leşkerî xistine, wek qonaxa yekê ya tolhildana kuştina fermandarê wê Fûad Şukr di êrîşeke Îsraîlê ya meha borî de.
Hizbullahê herwiha ragihand ku operasyona wê ya leşkerî dijî çeperên Îsraîlê "bi dawî bûye" û "îdiayên" ku dibêjin Îsraîl êrîş têk biriye, red kir.
"Operasyona me ya leşkerî îro bi dawî bû û serketî bû. Îdîayên Îsraîlê yên li ser çalakiya pêşîlêgirtinê ya ku ew pêk anî ... û têkbirina êrîşa berxwedanê îdîayên pûç in," komê got.
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu piştî êrîşan ragihand ku jibo ewlekarîya niştecihên bakurê Îsraîlê wê hikûmeta wî "her tiştî" bike.
"Em bi biryar in ku her tiştî bikin da ku welatê xwe biparêzin, niştecihên bakur bi silametî vegerin malên xwe û pabendê rêgezek bingeh bin: kî zirarê bide me, em zirarê didin wan," Netanyahu di daxuyaniyekê de ku ji ofîsa xwe belav kir got.
Qesra Spî jî dîyar kir ku Serok Joe Biden bûyeran ji nêz ve dişopîne.
"Li ser fermana wî, karbidestên payebilind yên Amerîkî bi hevkarên xwe yên Îsraîlî re bi berdewamî diaxifin. Emê piştgirîya mafê Îsraîlê ya parastina xwe bikin, û emê ji bo aramîya herêmê bixebitin,"Berdevikê Civata Ewlekarîya Neteweyî Sean Savett got.
Êrîşên roja Yekşemê hatin di demekê de ku danûstandinkar li Qahîreyê dicivin da ku jibo rawestandina şer li Gazayê peymanek agirbestê were ava kirin.
Jêder: Reuetrs, AFP