Hizbullaha Lubnanê roja Şemiyê piştrast kir ku rêberê wê Seyîd Hesen Nesrellah hatiye kuştin.
Rêxistinê di daxuyaniyekê de got ku ew ê şerê xwe li dijî Israîlê bidomînin "ji bo piştgiriya Gaza û Filistînê, û ji bo parastina Lubnanê û gelê wê yê domdar û bi rûmet".
Îsraîl îro Şemiyê got ku wê Nesrellah rojekê berê di êrîşeke esmanî de li taxên başûrê Beyrûtê kuşt.
Televîzyona El Manar a Hizbullahê piştî ragihandina mirina Nesrellah dest bi weşana ayetên Quranê kir.
Çavkanî: Reuters