Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Sûrî Kuştinkarîyên Xwe Didomînin


Xwepêşanderên Sûrî li bajarokê Suqba xwepêşandanê dikin û Serok Başer Esed şermezar dikin. Pankarta bilindkirî dibêje "Em hewceyî piştgirîya derve ne ku me ji çeteyên Beşar biparezin. Tebax 30, 2011.
Xwepêşanderên Sûrî li bajarokê Suqba xwepêşandanê dikin û Serok Başer Esed şermezar dikin. Pankarta bilindkirî dibêje "Em hewceyî piştgirîya derve ne ku me ji çeteyên Beşar biparezin. Tebax 30, 2011.

Bizavkar Sûrî dibêjin, hêzên ewlekarîyê yên Sûrî di xwepêşandanên dijî hikûmetê de, herî kêm 13 kes roja Înîyê kuştin.

Bizavkar dibêjin, hêzên ewlekarîyê bi gulleyên rastîn êrîşî xwenîşanderên li Hama û Şamê kirin.

Xwepêşandanên îro yên dijî rejîma Esed, di bin dirûşma "mirin li şûna rûreşî" têne kirin û xwepêşander banga xwe dubare dikin ku Serok Beşar Esed desthilatê berde.

Xwepêşandaneke din jî îro li Hama'yê, li pêş xanîyê serdozger Adnan Bakkour hate kirin.

Di vîdyoyeke de ku li roja Çarşemê li Youtube hate weşandin de, Bakkour gotîbû ku wî karê xwe berda çimkî hêzên ewlekarîyê li meha Hezîranê 72 zindanî û li meha Tebaxê jî 400 kesên din, di dorpêçkirina bajarê Hamayê de kuştin.

Lê, hikûmeta Sûrî dibêje, Bakkour ji alîyê "grubên terorîst yên çekdar" ve hate revandin û hate mecbûr kirin ku wê daxuyanîyê bide.

Dîdevan dibêjin, hêzên ewlekarîyê dora jimareke mizgeftan pêçandin da ku nehêlin xwepêşander piştî nimêja Înîyê biherikin nav kuçe û kolanan.

XS
SM
MD
LG