Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hest û Helwest: Pêwendiyên Rûsya û Îranê li Dor Sûriyê


Nadir Nadirov û Emmar Gulî
Nadir Nadirov û Emmar Gulî

Peyvdarê wezareta derve ya Îranê Behrem Qasimî doh Duşemê got eger Tehran qayîl nebe kes nikare bihêle ew bi darê zorê tiştekî bike.

Axaftina Qasimî wek bersîva axaftineka serokê Rûsya Vladimir Putin hat, ku hefteya borî di kombûna ligel serokê Sûriyê Beşar Esad de, gotibû pêwîst e hêzên biyanî ji Sûriyê derkevin.

Şanderê Putin bo Sûriyê Alexander Lavrentyev got Putin di axaftina xwe de nîşan bi hêzên Îranê dabû.

Gelo axaftinên Rûsya û Îranê yên vê dawiyê çi rastiyê li ser erdê werdigerînin?

Nakokî di navbera Îranê û Rûsya de li dor Sûriyê di çi astê de ne?

Eger hat û pêwîst bû rejîma Sûriyê yekî ji herduyan hilbijêre, dê bijara Sûriyê çi be?

Bernameya Hest û Helwest bi beşdarbûna du mêvanan vê babetê şîrove dike:

Nadir Kerem Nadirov, nivîskar û endezyar ku li Qazaqistanê dimîne û Emmar Gulî, şîrovekarê siyasî ku li Almanya dimîne.

Ji bo guhdarîkirina li bernameyê fayla deng veke

Hest û Helwest 05_22_2018
please wait

No media source currently available

0:00 0:25:30 0:00

XS
SM
MD
LG