Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Tirkîyê Zevîyên li Bajarên Kurdan jiber Kêmbûna Baranê Hişk Bûne


Di hilberandina dexl û zade de bajarên Kurdan li pêş e û genim, nîsk û ceh, zadên serekî yên ku tên hilberandinê ne.

Li Tirkîyê 12 ji sedê hemî zevîyên ku tên çandin, li bajarên Kurdan in û tenê genimê ku li Amedê tê hilberandin ji 5 ji sedê Tirkîyê ye. Herwiha ji 30 ji sedê nîskê Tirkîyê jî ji Amedê tê.

Lê, îsal şilî çênebû û li gor salên borî ji 54 ji sedî çar baran kêm barîye. Odeyên çandinîyê didine zanîn ku îsal li bajarên Kurdan 80 ji sedê berhem hişk bûne.

Li bajarên wek Ruha, Amed, Mêrdîn, Batman, Sêrt, Şirnex, jiber hişkesalîyê debr nîne.

Odeyên Çandinîyê Zireetê bang li hikûmetê dikin ku li heremê rewşa tengavî ragihîne.

Hun dikarin agahîyên zêdetir ji fayla deng guhdar dikin.

KHF_05_06_2021_Hişkesalî_Rewşa Cotkaran
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:21 0:00

XS
SM
MD
LG